Bihayê petrolê li lûtkeya 7 mehên dawî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Petrol îro bi vebûna bazaran re biha bû.

Sedema bilindbûnê dilgiraniya veberhêner û bazirganan a li ser encamên dan û standinên navbera Îran û Amerîkayê ye.

Bihayê petrolê gihişt asta herî bilind a 7 mehên borî.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 27 sentan bilind bû û bermîla wê bi 71 dolar û 12 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 23 sentan bilind bû û bermîla wê derket 65 dolar û 65 sentan.

Amerîkayê hêzeke mezin a leşkerî li Rojhilata Navîn kom kiriye.

Armanca Amerîkayê ew e ku Îranê ji bernameya nukleer û mûşekan dûr bixe.

Îran jî bernameya xwe ya nukleer diparêze û meyandina uranyumê wekî mafê xwe dibîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya salane de ragihand, wan hîn ew gotin nebihîstiye ku divê ji Îranê bibihîzin.

Şîrovekarê Şirketa Şêwirmendiyê ya Fujitomi Securitiesê Toshitaka Tazawa li ser mijarê got:

"Bazirgan li benda wê yekê ne bê ma gelo şer di navbera Amerîka û Îranê de derkeve yan na."