Onsa zêr bi nêzîkî 4 hezar û 500 dolarî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Îro li bazarên cîhanê onsa zêr bi nêzîkî 4 hezar û 500 dolarî ye.
Bazirganên zêr çavên xwe dane ser nûçeyên têkildarî şerê Îranê û îhtimala sekinandin û ragihandina agirbestê.
Ji ber vê yekê jî bazirgan dan û standinên xwe bi baldarî dikin.
Îro bihayê zêr aram e û ons bi nêzîkî 4 hezar û 500 dolarî tê firotin.
Analîstê li şirketa şêwirmendiyê ya Capital.comê Kyle Rodda derbarê vê mijarê ragihand:
"Bihayê zêr di maweyê 48 demjimêrên pêşiya me de bi temamî bi sernavên nûçeyên têkildarî şerê Îranê ve girêdayî ye."
Îhtimala êrişa bejayî ya Amerîkayê
Analîstê navborî her wiha anî zimên:
"Heke hewlên ji bo dan û standinan bi ser nekevin û Amerîka dest bi êrişeke bejayî ya li ser Îranê bike, bi dilniyayî em dê liv û guherînên lezgîn di bihayê zêr de bibînin."