Stokên Amerîkayê yên petrolê zêde bûn, hilberîn kêm bû
Hewlêr (Rûdaw) - Kargêriya Agahdarkirina Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA) ragihand ku stokên petrola xav ên bazirganiyê yên li Amerîkayê hefteya borî nêzîkî 6 milyon û 900 hezar bermîlan zêde bûne.
EIAyê eşkere kir ku bi vê zêdebûnê re asta stokên petrolê gihiştine 456 milyon û 200 hezar bermîlî.
Divê were gotin ku li bazarê dihat çaverêkirin ku stok bi qasî milyonek û 300 hezar bermîlan kêm bibin.
Stokên stratejîk û yên benzînê
Stokên petrola xav ên stratejîk ên ku ne di nav stokên bazirganiyê de ne, di asta 415 milyon û 400 hezar bermîlan de man û neguherîn.
Di heman heyamê de stokên benzînê yên Amerîkayê nêzîkî 2 milyon û 600 hezar bermîlî kêm bûn.
Bi vê kêmbûnê re stokên benzînê gihiştin 241 milyon û 400 hezar bermîlî.
Hilberîna petrolê kêm bû
Li gorî amaran, hilberîna petrola xav a rojane ya Amerîkayê di hefteya 14-20ê Adarê de 11 hezar bermîlan kêm bû.
Bi vî awayî hilberîn gihiştiye 13 milyon û 657 hezar bermîlan.
Her wiha kirîna petrola xav a welêt hefteya borî li gorî hefteya berê rojane 730 hezar bermîlî kêm bû û bû 6 milyon û 464 hezar bermîl.
Firotina petrola xav jî rojane milyonek û 576 hezar bermîlan kêm bû û gihişt 3 milyon û 322 hezar bermîlan.
EIAyê di "Rapora Xuyabûna Enerjiyê ya Kurtedem a Adara 2026an" de pêşbînî kir ku navîniya hilberîna petrola xav a rojane ya Amerîkayê îsal dê 13 milyon û 610 hezar bermîl be.