Îraqê meha borî çend bermîl petrola Herêma Kurdistanê hinarde kirin?

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê amarên dawî yên hinartin û dahata petrolê ya meha Sibatê belav kirin.

Li gorî amaran, Îraqê nêzîkî 100 milyon bermîl petrol hinarde kiriye û dahata wê jî zêdetirî 6 milyar û 800 milyon dolarî bûye.

Wezareta Petrolê ya Îraqê di daxuyaniyekê de amarên dawî yên hinartina petrola xav û dahata meha Sibatê belav kirin.

Ev amar ji aliyê Şirketa Birêvebirina Petrolê ya Îraqê (SOMO) ve hatine amadekirin.

Hinartin û dahata giştî

Li gorî amaran, tevahiya hinartina petrola xav gihîştiye 99 milyon û 872 hezar û 220 bermîlî.

Dahata ji vê petrolê jî 6 milyar û 814 milyon û 585 hezar dolar bûye.

Hinartina petrolê li gorî zeviyan bi vî rengî hatiye dabeşkirin:

  • Zeviyên navîn û başûr: 93 milyon û 349 hezar û 480 bermîl.
  • Herêma Kurdistanê (bi rêya bendera Ceyhanê): 5 milyon û 551 hezar û 610 bermîl.
  • Zeviya Geyareyê: 971 hezar û 130 bermîl.

Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku belavkirina van amaran a mehane, di çarçoveya zelaliyê û agahdarkirina welatiyan a li ser pêvajoya hinartin û dahatên petrolê de ye.