Li Tirkiyê sînorê birçîbûnê gehiştiye nêzîkî 12 hezar lîreyan

26-05-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Sînorê Birçîbûnê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor lêkolîna Konfederasyona Kar a Giştî (Birleşik-Kamu Iş) li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûna malbateke 4 kesî gehiştiye 11 hezar û 810 lîreyan û sînorê hejariyê jî 31 hezar û 152 lîreyên Tirkî ye.

Konfederasyona Kar a Giştî (Birleşik-Kamu Iş) encamên Lêkolîna Sînorê Birçîbûn û Hejariyê yên Gulana 2023an eşkere kir.

Li gor lêkolîna Konfederasyonê ku bi armanca şert û mercên debara jiyanê ên karkeran diyar bike û bandora zêdebûna bihayê kelûpelên serekî ên jiyanê li ser malbata bê zanîn hatiyekirin di meha Gulana îsal de li Tirkiyê sînorê birçîbûnê bo malbateke 4 kesî gehiştiye 11 hezar û 810 lîreyan ku di sala 2023an de mûçeyê kêmane 8 hezar û 500 lîre ye û bi vî awayî sînorê birçîbûnê 3 hezar û 310 lîre mûçeyê kêmane derbas kiriye.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihandibû ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Nîsana 2023an, bi rêjeya %2.39 zêde bûye û salane jî gihiştiye %43.68an, lê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, rêjeya enflasyona meha Nîsanê %4.86 e û ya salane gihiştiye %105.19an.

Li gor amarên Konfederasyonê ji bo yek kes bikaribe debara jiyana xwe bike, pêwîstiya wî bi 3 hezar û 448 lîreyan heye. Herwiha di meha Gulanê de herî zêde nirxê şîr û berhemên şîr zêde bûye û di rêza duyemîn de jî goşt, hêk û dexlûdan hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst