WAN – Pevçûnan bandor li bazara penîr kiriye
Wan (Rûdaw) – Şer û alaoziyên li Bakurê Kurdistanê bandor li bazara penîrê Wanê jî kiriye û bazarên penîr en navçeyê ji bikirran xalî ne.
Penîrê bajarê Wanê seranser li cîhanê nav û dengê xwe belav kiriye; her wisa li ser aborî û bazirganiya Wanê bandoreke xwe yê erênî heye, her sal ev penîr li zozanên wê tê çêkirin û di bazara penîrfiroşan de tê firotan, lê ji ber metirsiya şer û pevçûn û teqînên nav bajêr bazirganiya penîrê sist bûye.
Li bazara Wanê ya penîrfiroşa, penîrê ku bi mehan li zozanên Bakurê Kurdistanê bi gelek ked û cefa hatiye çêkirin tê firotan.
Bi gihayên sîrik mendê û nebatên ku nemaze li vê herêmê şîn dibe ev penîr her çend bi buhabe jî ji ber ku daxwazî jê re zêde ye buye amureke sereke hem ji bo nasandina wanê hem jî dahate ji bo bazirganiya bajarê Wanê.
Penîrfiroş Selçûk Kivanç ji Rûdawê re wiha got: “Penîrê me yê desta ne, ne yê fabrîka ne, em li zozanan çêdikin, şîrê me yê pez e, gihayên me jî yên xwezaî ne, ji sere çiyan tê berhevkirin. Penêrê me tişta wê meşhur dike giha ye.”
Her sal di vê demsalê de ev bazar bi mişteriyan tije bû lê îsal ji ber teqîn şer û pevçûnan ji mişteriyan xalî ye dikandarên bazarê ji vê yekê bi gazincin û dibêjin karê me hatiye asteke wisa ku debara mala me dernaxe.
Serokê Lijneya Aborî a Wanê Kerem Baynal dibêje ku wek firotina penîrê Wanê razemenî jî li Wanê gelek kêm bûne û heke firotina penîrê Wanê kêm bibe bila herkes bizanibe ku li Wanê aborî gelek lawaz bûye.
Serokê lijneya Aboriya Wanê Kerem Baynal jî got: “Li Wanê pîvaneke sereke ew e ku li bazara penîrfiroşan kar sist bibe, ew tê wateya ku aboriya Wanê di metirsiyê de ye, cihekê ku bombe li wir biteqin, însan bene kuştin, li wê dere aborî têk diçe.”
Penîrê Wanê li ser aboriya Wanê ji sedan 35 bandoreke xwe heye û her sal 250 curên wê ji 13 dewletên cihanê re tête îhrackirin.