Banka Navendî ya Îraqê: Rezerva me ya zêr 160 ton e

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Îraqê eşkere kir ku wan plan daniye rezerva zêr zêde bikin û niha Îraq xwediyê zêdetirî 160 ton zêr e.

Endamê Ofîsa Ragihandinê ya Banka Navendî Ela Fehed ji Ajansa Fermî ya Îraqê re axivî.

Ela Fehed diyar kir ku li gorî amarên dawî, Îraq wekî xwediyê rezerva zêr di nav welatên Ereban de di rêza şeşemîn de ye û mîqdara wê digihîje zêdetirî 160 tonan ku ev jî rêjeyeke baş e.

Wî berpirsê Banka Navendî amaje pê kir ku wekî beşek ji siyaseta diravî, bank kar dike da ku çi qasî pêkan be rezerva zêr zêde bike.

Armanca vê yekê parastina bihayan û cihêrengkirina sindoqa rezerva diravan e.

"Em selika diravan cihêreng dikin"

Ela Fehed got, siyaseta bankeyê ew e ku tenê pişta xwe bi dolar girê nede.

Fehed destnîşan kir ku li gel zêdekirina rezerva zêr, ew selika diravan jî cihêreng dikin û ji bo asankariya di bazirganiya derve de Yuanê Çînî, Lîreyê Tirkî û Dirhemê Îmaratî bi kar tînin.

"Pirsgirêka pereyê neqdî ne karê me ye"

Wî derbarê pirsgirêka nebûna pereyê neqdî yê bazarê jî got:

"Pirsgirêka pereyê neqdî yê bazarê pirsgirêkeke aborî ye ne diravî, ew jî girêdayî liv û tevgera bazarê, hilberîneran, xerciyên hikûmetê û budceyê ye.

Lewma ew berpirsiyariya Wezareta Darayî ye ne ya Banka Navendî."

Li gorî yasaya sala 2004an, Banka Navendî ji siyaseta diravî, aramiya asta biha û nirxê pevguhertina diravan berpirs e.

Her wiha kontrolkirina rêjeya enflasyonê jî di erkê wê de ye ku li gorî Banka Navendî di vê qonaxê de nîşan "gelekî baş in."