Zêr û zîv dîsa rekor şikand: Sedema bihabûna zêr çi ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr rekoreke nû şikand û heta 4 hezar û 530 dolaran çû û piştre hinekî daket.

Niha onseya zêr bi 4 hezar û 513 dolaran e.

Îro bi vebûna bazarên Asyayê, bihayê zêr û zîv gihişt asta herî bilind a dîrokî.

Onsa zîv 75 dolar derbas kir ku ev di dîrokê de cara ewil e.

Sedemên bihabûnê

Ev bilindbûn destkeftiyeke salane ya bêhempa nîşan dide ku ji sedî 70yî derbas kiriye.

Ev jî ji sala 1979an û vir ve asta herî xurt a tevgera madenên giranbiha ye.

Aloziyên jeopolîtîk sedemeke sereke ya vê bilindbûnê ye.

Zêdebûna girjiyên di navbera Amerîka û Venezuelayê de, di nav de dorpêçkirina barên petrolê, metirsiya qutbûna peydakirina enerjiyê li cîhanê derxistiye holê.

Di pevçûnên wiha de zêr wekî "mertala qeyranan" tê dîtin.

Pêşbîniyên siyaseta diravî sedemeke din e. Bazar li bendê ne ku Banka Navendî ya Amerîkayê  sala 2026an herî kêm du caran faîzê kêm bike.

Bankên navendî û pêşbîniya 5 hezar dolaran

Li aliyê din, bankên navendî yên cîhanê ji bo curbicurkirina rezervên xwe bi awayekî zêde zêr dikirin da ku girêdayîbûna bi dolarê Amerîkayê kêm bikin.

Her wiha dilgiraniya li ser enflasyona deynên cîhanî û îhtimala daketina bihayê diravan, hilberîneran han dide ku ji diravên kaxezî berê xwe bidin sermayeyên mayînde.

Analîst pêşbînî dikin ku ev pêla xurt a bihabûnê dê sala bê jî berdewam bike û hinek ji wan di wê baweriyê de ye ku dê bihayê onsekê bigihîje 5 hezar dolaran.