Hewlêr (Rûdaw) - Dahata petrola Îraqê tevî ku hinardeya petrola Herêma Kurdistanê di du mehên dawî de 13 milyon bermîl derbas kir, zêdetirî 400 milyon dolaran kêm bû.
Aborînas vê yekê bi daketina bihayê petrolê ya li bazarên cîhanî ve girê didin.
Wezareta Petrolê ya Îraqê daneyên hinartina petrolê yên meha çiriya paşîn eşkere kirin.
Li gorî daneyan, meha çiriya paşîn bi giştî 98,7 milyon bermîl petrol hatiye hinartin ku 7,5 milyon bermîlên wê petrola Herêma Kurdistanê bû.
Her çi qasî ji dawiya îlonê ve hinartina petrola Herêma Kurdistanê zêde bûbe jî hinardeya giştî ya Îraqê li gorî meha çiriya pêşîn 6 milyon û 106 hezar bermîlan kêm bûye.
Pişka Herêma Kurdistanê ya di hinardeyê de
Mehên çiriya pêşîn û çiriya paşîn û bi rêya Kompanyaya Bazarkirina Petrolê ya Îraqê (SOMO) bi giştî 13 milyon û 418 hezar û 597 bermîl petrola Herêma Kurdistanê li bazarên cîhanê hat firotin.
Ev rêje dike ji sedî 6,5ê tevahiya hinardeya petrola Îraqê ya wan du mehan.
Di vê heyamê de dahata ku ji petrola Herêma Kurdistanê hat bidestxistin wekî 838 milyon û 21 hezar û 590 dolar hat qeydkirin.
Dane nîşan didin ku hinardeya ji Herêma Kurdistanê di nava du mehan de milyonek û 748 hezar bermîlan zêde bûye.
Sedema kêmbûna dahatê daketina bihayan e
Tevî guherîna rêjeya hinardeyê, daketina tund a dahatê balê dikişîne.
Li gorî daneyên wezaretê, di navbera mehên çiriya pêşîn û çiriya paşîn de dahata petrolê 435 milyon û 297 hezar dolar kêm bûye.
Pisporê Aboriyê Nebîl Mersûmî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got, "Di şeş mehên dawî de her çendî rêjeya hinardeyê carinan zêde bibe jî sedema sereke ya kêmbûna dahatê paşdaketina bihayê petrolê ye.
Di vê pêvajoyê de bihayê bermîlekê herî kêm 2 dolaran kêm bûye."
Di heyama şeş mehên dawî de hinardeya herî kêm a Îraqê bi 97,7 milyon bermîlan di meha tîrmehê de, ya herî zêde jî bi 104,8 milyon bermîlan di meha çiriya pêşîn de pêk hat.
“Dibe ku petrol dakeve 55 dolaran”
Mersûmî ji bo serdema pêş tabloyeke reşbîn xêz kir û pêşbînî kir ku di sala 2026an de bihayê petrolê heta 55 dolaran dakeve.
Mersûmî sedemên vê pêşbîniya xwe dispêre faktorên wekî îhtimala peymanke di şerê Rûsya û Ukraynayê de, bidawîhatina aloziya di navbera Amerîka û Venezuelayê de, zêdekirina arzê ji aliyê welatên hilberînerên petrolê ve û kêmbûna daxwazê ya ji ber tengbûna sektora pîşesazî û avahîsaziyê ya li Çînê.
Aborînas Mersûmî her wiha got, "Ji ber bidawîbûna stokkirina zivistanê û ketina kargehan a bo nûjenkirinê, di çaryeka yekem a her salê de di bihayê petrolê de daketineke demsalî tê çaverêkirin."
Îraq ku ji sedî 90ê zêdetir dahata wê li ser petrolê ye, ji bo ku bikaribe pêdiviyên budceyê peyda bike divê rojane 3,5 milyon bermîlan hinarde bike.
Lê belê di meha çiriya pêşîn de ev rêje di asta 3,2 milyon bermîlan de ma.
Li gorî tabloya hinarde û dahatê ya 6 mehên dawî ya Îraqê, meha hezîranê li hemberî 97,7 milyon bermîl hinardeyê 6,69 milyar dolar dahat hat bidestxistin.
Ev rêje di tîrmehê de 104,2 milyon bermîl û 7,18 milyar dolar bû.
Di tebaxê de bi 103,8 milyon bermîlan 7,16 milyar dolar, di îlonê de jî bi 102,1 milyon bermîlan 6,96 milyar dolar dahat hat qezenckirin.
Di meha çiriya êaşîn de ku Herêma Kurdistanê bi 5,8 milyon bermîlan beşdar bû, bi giştî 104,8 milyon bermîl hinarde û 7,03 milyar dolar dahat hat qeydkirin.
Di çiriya paşîn de her çi qasî pişka Herêma Kurdistanê derketibe 7,5 milyon bermîlan jî hinardeya giştî daket 98,7 milyon bermîlan û dahat jî daket 6,59 milyar dolaran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse