Bajarên herî hejar ên Bakurê Kurdistanê diyar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarên herî hejar ên Bakurê Kurdistanê diyar bûn û dahata herî kêm li Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê ye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên dahata kesane û malbatî yên sala 2025an ên 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kirin.

Li gorî daneyn, xelkê herî hejar û xizan li parêzgehên wekî Wan, Mûş, Bêdlis û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê dijîn.

Dahata herî kêm a kesane li van parêzgehan bi 172 hezar û 552 lîreyan (nêzîkî 4 hezar dolar) hatiye qeydkirin.

Li aliyê din, dahata herî zêde li parêzgeha Enqereyê ya Tirkiyeyê ye ku digihîje 449 hezar û 618 lîreyan (nêzîkî 10 hezar û 500 dolaran).

Dahata salane ji sedî 77 zêde bûye

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dahata kesane ya salane li gorî sala par ji sedî 77,3 zêde bûye û bi giştî gihîştiye 332 hezar û 882 lîreyan (nêzîkî 7 hezar û 800 dolaran).

Her wiha dahata malbatê ya salane li gorî sala par ji sedî 76,7 zêde bûye û bi giştî gihîştiye 662 hezar û 414 lîreyan (nêzîkî 15 hezar û 500 dolaran).

Li gorî daneyên TUÎKê, çavkaniya herî mezin a dahata kesane mûçe ne.

  • Dahata ji mûçeyan: Ji sedî 49,7
  • Dahata ji bazirganiyê: Ji sedî 18,3
  • Dahata ji sektora çandiniyê: Ji sedî 15,6