Caggins: Washington ji bo hinartina petrola Kurdistanê zextê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê APIKURê Myles Caggins ragihand ku Amerîka ji bo ku Îraq zû dest bi hinartina petrola Kurdistanê bike zextê dike.

Şirketên biyanî yên petrolê yên girêdayî Yekîtiya Pîşesaziyê ya Petrola Kurdistanê (APIKUR) li bendê ne ku peymana nû û garantiyên nû werin dayîn da ku hilberîn û hinartina petrolê careke din dest pê bike.

Piştî zexta Amerîkayê ya li ser Îraqê, hat ragihandin ku dê hinartina petrolê ya Kurdistanê careke din dest pê bike.

“Me peyameke xurt a Sûdanî bihîst”

Myles Cagginsê Berdevkê APIKURê ya ku ji 8 kompanyayên hilberîna petrolê pêk tê, derbarê hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê de got:

“Me peyameke xurt a Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî bihîst. Wî diyar kir ku divê hinartina petrolê ya Kurdistanê demeke zû dest pê bike.

Em ji ber zexta Washingtonê ya li ser rêveberên Îraqê yên ji bo bidawîkirina vê pêvajoyê spas dikin û em vê yekê dizanin.”

“Pêdivî bi peymaneke nû ya firotinê û hinartinê heye”

Myles Caggins da zanîn ku Yekîtiya ku nûnertiya şirketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê dike, bi awayekî zelal diyar kir ku pêdivî bi peymaneke nû ya firotinê û hinartinê heye û wiha domand:

“Divê ev peyman garantiyên dayînê jî di nav xwe de bihewîne. Pêdiviya me bi garantiyan heye ka em dê çawa bedela petrolê ya ku em hildiberînin wergirin.

Ev, qonaxa paşerojê ya hinartina petrolê diyar dike."

Mijara petrol û enerjiyê yek ji xalên sereke yên roja yekemîn a Foruma Hewlêrê Sêyemîn bû ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Rûdawê ve tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rûniştina taybet de ragihand ku ji bo ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê hemû amadekarî hatine temamkirin û tenê çend mijarên teknîkî mane.

“Tenê hinek mijarên teknîkî mane”

Nêçîrvan Barzanî got, “Niha her tişt amade ye. Tirkiye amade ye, aliyê Îraqê jî amade ye.

Tenê hinek mijarên teknîkî wekî çawa şirket dê diravî wergirin û dê bi kîjan mekanîzmayê bê kirin hene.

Lê biryar hatiye dayîn. Di demeke kurt de petrolê Kurdistanê dê di rêya Bendara Ceyhanê re ji bazarên navneteweyî re bê şandin."

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî ku bi peyameke vîdeoyî beşdarî forumê bû bal kişand ser wê yekê ku pêdivî bi temamkirina gavên ji bo destpêkirina hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê û vekirina rûpeleke nû bi şirketên petrolê re heye.

Ji Adara 2023an ve, rojane hinartina 400 hezar bermîlên petrolê ya ji Herêma Kurdistanê bi rêya Bendara Ceyhanê ya Tirkiyeyê hatiye rawestandin.

Ev qutbûn, piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Navbeynkariyê ya Parîsê ya ku bi berjewendiya Hikûmeta Federal a Îraqê biryar da, pêk hat.

Ji wê demê û vir ve, di dahatên petrolê yên Îraqê de zêdetirî 20 milyar dolar zerer çêbûye.

Rawestandina hinartina petrolê bû sedema wê yekê ku budceya Herêma Kurdistanê bi temamî neyê dayîn.