Dan û standinên Amerîka û Îranê bandor li bihayê petrolê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Bermîla petrola brent li bazarên navneteweyî bi 71,22 dolaran tê firotin.

Bihayê bermîla petrola brent doh heta 72,31 dolarî zêde bûbû û roj bi 71,01 dolaran temam kiribû.

Îro danê sibehê bihayê petrolê li gorî girtina doh ji sedî 0,3 zêde bû û derket 71,22 dolaran.

Di heman demê de bermîla petrola xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 66,66 dolaran hat firotin.

Sedema bihabûnê

Di zêdebûna bihayan de dan û standinên nukleer ên di navbera Amerîka û Îranê de bandorker in.

Ji ber ku hîn encameke şênber ji hevdîtinan derneketiye fikarên li ser daxwazê berdewam dikin û ev jî dibe sedema bihabûnê.

Daxuyaniya Ebas Eraqçî

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku di dan û standinên bi Amerîkayê re de bipêşketin çêbûye.

Erakqî diyar kir ku ew di hinek mijaran de nêzîkî lihevkirinê ne lê di hinek mijaran de jî cudahî didomin.

Hat diyarkirin ku dê ji duşemê û pê ve li Viyanayê di asta teknîk de hevdîtin bên kirin.

Eraqçî got, "Biryar hat dayîn ku tûra din a dan û standinan di demeke nêzîk de, dibe ku di nava hefteyekê de bê kirin."

Peyama Amerîkayê

Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance jî li ser Îranê axivî.

Vance diyar kir ku vebijêrkên leşkerî û dîplomatîk hîn li ser maseyê ne.

Wî destnîşan kir ku "îhtimal tune" welatê wî piştî êrişên gengaz bikeve nav şerekî bêdawî yê li Rojhilata Navîn.