Bloomberg: Tirkiyeyê 60 ton zêr firotin
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Ajansa Nûçeyan a Bloombergê, Banka Navendî ya Tirkiyeyê di nava 2 hefteyan de derdora 60 ton zêr ji rezervên xwe firotin.
Ev firotina zêr piştî destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê pêk hat û bihayê zêrê firotî nêzîkî 8 milyar dolaran e.
Li gorî nûçeya Bloombergê, piştî ku 28ê Sibata 2026an şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de dest pê kir, di rezervên zêr ên Banka Navendî ya Tirkiyeyê de kêmbûneke balkêş hat qeydkirin.
Amarên bankeyê nîşan didin ku 13ê Adarê 6 ton û 20ê Adarê jî 52,4 ton zêr kêm bûne.
Dan û standinên 'swap'ê
Pisporên aboriyê diyar dikin ku ev kêmbûn tenê ne ji ber firotina rasterast e.
Li gorî pisporan beşeke mezin a vê kêmbûnê ji dan û standinên "swap"ê pêk tê.
Wateya "swap"ê guhertina zêr a bi dolar, dirav û lîreyê Tirkiyeyê ye.
Damezirînera Şirketa Şêwirmendiyê ya Phoenix Consultancyê Iris Cibreyê destnîşan kir ku Banka Navendî ya Tirkiyeyê ji bo ragirtina hevsengiya daxwaza navxwe û peydakirina lîkîdîteya dolaran (pereyê amade) rezervên xwe firotin.
Iris Cibreyê diyar kir ku yedekên zêr ên ku hatine firotin nêzîkî 58,4 ton in û got:
“Zêdetirî nîviya vê firotinê bi rêya karûbarên swapê yên li derveyî welat li beramberî dirav pêk hatiye.”