Bihayê onsa zêr 4700 dolar derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro di yekemîn roja bazarên vê hefteyê de, bi daketinê dest pê kir lê piştî çend demjimêran ber bi bilindbûnê ve çû.

Bihayê onsa zêr îro heta 4 hezar û 670 dolaran daket lê piştî demeke kurt careke din bilind bû û bi 4 hezar û 717 dolarî hat kirîn û firotin.

Şerê Îranê bandorê li zêr dike

Hefteya borî bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 2,5 daketibû.

Bihayê zer bi nûçeyên derbarê şerê Îranê ve girêdayî ye.

Bilindbûna bihayê zêr piştî wê yekê hat ku li gorî hinek raporan, Îranê bi rêya Pakistanê pêşniyareke nû pêşkêş kiriye da ku girtina Tengava Hurmizê û şer bi dawî bibe.

Piştî belavbûna van nûçeyan, qîmetê dolar li beramberî diravên din daket û ev yek jî bû sedema bihabûna zêr.

Analîstê Şîrketa Şêwirmendiyê ya Capital.comê Kyle Rodda li ser mijarê daxuyanî da.

Kyle Rodda got, "Em li benda encamên dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de ne ku niha hema bêje rawestiyane."

Kyle Rodda destnîşan kir ku eger pêşketinek çêbibe, ev dê bibe nûçeya herî mezin ji bo bihayê zêr.

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh derbarê Îranê gotibû, "Eger Îranî bixwazin dan û standinan bikin dikarin telefon bikin."

Trump her wiha tekez kiribû ku ew dê ti caran rê nedin ku Îran bibe xwediyê çekên atom.