Petrol dîsa biha bû

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê petrolê ji sedî 2 bilind bû û bermîla petrola brent bi ser 107 dolaran ket.

Hat û çûyîna deryayî ya li Tengava Hurmizê hîn jî sînordar e û dan û standinên navbera Amerîka û Îranê jî rawestiyane.

Ev rewş bû sedem ku di roja yekem a bazarên vê hefteyê de bihayê petrolê bilind bibe.

Îro bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 2 dolar û 16 sentan zêde bû û bermîla wê bi 107 dolar û 49 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî dolarek û 77 sentan zêde bû û bi 96 dolar û 17 sentî hat firotin.

Hefteya borî bihayê petrola brent ji sedî 17 û petrola sivik a Teksasê jî ji sedî 13 bilind bûbû.

Bi vî awayî, piştî şerê Îranê bilindbûna herî zêde ya hefteyane hat tomarkirin.

Hêviyên dan û standinan têk çûn

Hêviyên pêkanîna dan û standinên navbera Amerîka û Îranê doh têk çûn.

Ev yek piştî wê yekê hat ku Donald Trump ragihand ew razî nebûye şandeya Amerîkayê bişîne Pakistanê.

Lê Îran dîsa jî bi pêşkêşkirina pêşniyarên nû hewl dide Amerîkayê razî bike.

"Gog li qada Îranê ye"

Analîstê bazarên darayî yê şirketa şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore li ser mijarê got:

"Gog li qada Îranê ye û girêdayî wê yekê ye bê dê ta çi astê bi mercên Amerîkayê razî bibin."

Sycamore destnîşan kir ku bandora dorpêçê gelekî mezin e û li pey çû:

"Eger dorpêça li Tengava Hurmizê ya ji aliyê Amerîkayê ve bidome û Îran nikaribe petrola xwe bifiroşe, dibe ku neçar bimîne bîrên xwe yên petrolê bigire."

Wî analîstî diyar kir, dê ev zext îhtîmaleke mezin helwesta Tehranê ya li hemberî Amerîkayê nermtir bikin û dibe ku wan neçar bikin nermiyê nîşan bidin.