Îran: Hurmiz vebe jî bihayê petrolê danakeve bin 80 dolarî
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Yekîtiya Hinardekarên Berhemên Petrola Îranê got ku bihayê rasteqîn ê petrolê ji wan bihayan zêdetir e ku niha hene.
Wî her wiha diyar kir, "Eger Tengava Hurmizê were vekirin jî dê bihayê petrolê danekeve bin 80 dolarî."
Berdevkê Yekîtiya Hinardekarên Berhemên Petrola Îranê Seyd Hemîd Huseynî îro ragihand ku bazara petrolê û bihayê petrolê di bin bandora tund a guherînên siyasî de ne.
Seyd Hemîd Huseynî da zanîn ku dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de, dorpêçên deryayî û rewşa Tengava Hurmizê jî bandorê li bihayê petrolê dikin.
Daxwaz zêde bûye
Hemîd Huseynî got, "Ji ber kêmbûna derxistin û rezervên stratejîk û derketina astengiyan di hilberîna petrola welatên Kendavê de, bazara cîhanî rûbirûyî kêmasiya petrolê û berhemên wê bûye û bihayan berê xwe daye bilindbûnê."
"Dê bigihîje 150 dolarî"
Hemîd Huseynî hişyarî da ku eger dorpêçên deryayî û sînordarkirin bidomin, eger heye bihayê her bermîla petrolê heta zêdetirî 150 dolarî jî bilind bibe.
Hemîd Huseynî derbarê egera bidawîhatina aloziyan jî got, “Heta eger şer bi dawî bibe û rêyên veguhastinê werin vekirin jî ji bo asayîbûna rewşê demeke dirêj pêwîst e.
Ji ber vê yekê, gelekî dûr e ku bihayê petrolê careke din dabikeve bin 80 dolarî."
Divê were gotin ku ji destpêka şerê 40 rojî ve, Îranê Tengava Hurmizê girtiye û tenê rê dide keştiyên bazirganî û keştiyên petrolê yên xwe û hevalbendên xwe di tengavê re derbas bibin.
Amerîkayê jî di beramberî de ji 13ê Nîsana 2026an ve dorpêçeke tund daniye ser keştî û benderên Îranê.
Girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve û dorpêça deryayî ya li ser Îranê ji aliyê Amerîkayê ve, bûne du astengiyên sereke yên li ber lidarxistina gera duyem a dan û standinên Îran û Amerîkayê.