Hinardeya petrola herêmê asayî nabe

Eger em berê xwe bidin datayên hinardekirina petrolê di mehên Rêbendan, Sibat û Adara îsal de, emê bi awayekî eşkere hest bi kêmbûna hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, nexasim di mehên Sibat û Adarê de bikin. Lê gelo sedema kêmbûna asta hinardeya petrola herêmê çi ye? Gelo divê çi bê kirin da asta hinardeya petrolê asayî bibe?

 

Hinardeya rojane ya petrola Herêma Kurdistanê û herdu zeviyên petrolê yên “Babe Gurgur û Xebaze” bi rêya boriya petrolê ya Kurdistan-Tirkiyê di meha Rêbendana îsal de tenê 601.811 bermîl bû, lê di meha Sibatê de asta hinardeya petrolê ya rojane daket 350.067 bermîlên petrolê, di meha Adarê de asta îxrackirinê hîn bêhtir daket û bû rojane 327.371 bermîlên petrolê. Gelo ji ber çi hinardekirina petrola Kurdistanê di mehên Sibat û Adarê de kêm bû?

 

Li gor daxuyaniyên Wezareta Samanên Siruştî, di meha Sibatê de ji ber sedemên ewlekarî û bûyer û aloziyên Bakurê Kurdistanê ku di navbera PKK û hikûmeta Tirkiyê de qewimîn, heta dema 13 rojan petrol bo bendera Ceyhan nehat şandin. 

 

Di meha Adarê de jî, ji ber bûyerên Bakurê Kurdistanê 12 rojan petrol bo bendera Ceyhan nehat şandin. Yanî di Sibat û Adarê de, 25 rojan petrol nehat îxrackirin.

 

Herwiha ji roja 12.03.2016an ve, hinardekirina petrola zeviyên “Babe Gurgur û Xebaze” bi rêya boriya petrola Herêma Kurdistanê ji hêla kompanyaya Bakur bi biryareke hikûmeta Iraqê hat rawestandin. Asta hinardeya petrola van herdu zeviyan di çarçoveya hinardeya petrola herêmê de rojane dora 150 hezar bermîlên petrolê bû.  

 

Herçiqasî asta hinardeya petrola Herêma Kurdistanê di mehên Sibat û Adarê de kêm jî bû, lê li gor datayên guhastina deryayî, asta hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di meha Nîsanê de bilind bû û bû rojane dora 420 hezar bermîlan. Lewra hinardekirina petrolê di Nîsanê de li gor meha Adarê bilind bû, lê hîn jî ji asta hinardeya petrolê di meha yekê de kêmtir e, lewra da em asta hinardeya petrola herêmê asayî bikin, pêwist e em çend tedbîran bistînin.

 

Pêwist e Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryarekê derbarê dahatûya zeviyên petrolê yên “Babe Gurgur û Xebaze” ku di bin kontrola kompanyaya Petrola Bakur de ne bide. Çimkî rawestandina îxrackirina petrola van zeviyan ziyaneke mezin digihîne sektora petrolê ya Herêma Kurdistanê.

 

Ango ev rawestandin ziyaneke aborî digihîne Herêma Kurdistanê wek jidestdana pereyên petrodolara Kerkûkê û ji sedî 25 ji asta hinardeya petrolê bi rêya boriya petrolê ya Kurdistanê, herwiha metirsiyê jî li ser bîrên petrolê pêk tîne çimkî rojane petrola derxistî di bîran de tê komkirin.

 

Şîrketên Genel Energy, DNO û Gulf Keystone ku berhemhênerên sereke yên petrola Herêma Kurdistanê ne, heqdestên xwe li şûna hinardekirina petrolê di meha Adarê de wergirtine, lê hertim behsa rewşa xwe ya aborî ya xirab dikin. Lewra divê hikûmeta Herêma Kurdistanê xemeke mezintir li ser heqdestên wan bixwe, da ew jî bêhtir xema zêdekirina asta hinardeya petrola herêmê bixwin!

 

Girîng e niha bi çend rêyên cuda hewldan bên kirin da rêkeftin bi Iraqê û şîrketên petrolê re çêbibe da asta hinardeya petrola herêmê asayî bibe. Ji ber ku her bilindbûnek di qezenca baştirkirina rewşa aborî ya herêmê de ye, nexasim ku niha bihayê petrolê jî ber bi bilindbûnê diçe.

 

Bîlal Seîd