Kurdistanê 8 milyon dolar da Gulf Keystone

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê 8 milyon dolar wek heqdestê meha Nîsan a îsal da şîrketa Gulf Keystone.

 

Şîrketa Gulf Keystone ya Birîtanya di daxuyaniyekê de ragihand, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hinek din ji heqdestê wê li hember karkirina li bîrên petrolê yên Kurdistanê daye wê şîrketê.

 

Li gorî daxuyaniya Gulf Keystone, Hewlêrê li hember karkirina wê şîrketê di meha Gulan a 2016an de, 8 milyon doldar xistiye ser hesaba şîrketê.

 

Piştî vê daxuyaniyê, buhayê pişkên şîrketa Gulf Keystone li bazara Borsa Londonê de bi qasî % 6 zêde bû.

 

Di destpêka vê mehê (Hezîran) de jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qasî 7 milyon dolar wek beşek ji heqdestê wê şîrketê bo meha Nîsanê dabû şîrketa Gulf Keystone.