Li Rojavayê Kurdistanê du bacên gumrikê dibin sedema bilindbûna nirxan
Hewlêr (Rûdaw) - Bazirganên Rojavayê Kurdistanê du bacan li ser kelûpelên ku ji navçeyên din ên Sûriyê tên, didin, welatî jî bi ser herdu bacan de, sûdên bazirganan didin.
Ji sê deriyan ve, kelûpelên bazirganiyê ji deverên di bin destê hikûmeta Sûriyê de derbasî nav Rojavayê Kurdistanê dibin. Hikûmeta Sûriyê li aliyê xwe bacê werdigire û Rêveberiya Xweser jî li aliyê xwe bacê werdigire.
Ji ber gumrika du qat li ser bazirganan û kirya rê, dema ku kelûpel digihêje bazaran, nirx bilind dibe.
Berpirsê Rêveberiya Gumrikê li Herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê Salih Mihemed ji Rûdawê re eşkere kir, ku çi alav û kelûpel derbasî nav Rojavayê Kurdistanê dibin, pênaseya gumrikê li ser wan heye, weke nimûne bo madeyên xwarinê, pênaseya gumrikê 1500 lîreyên sûrî ye.
Ji ber kêmbûna berhemên xwecihî, wek kelûpelên xwarinê, cil û piraniya pêdiviyên teknîkî û çaksaziyê, pêwistiya Rojavayê Kurdistanê bi hawirdekirinê heye, niha hem Rêveberiya Xweser û hem jî hikûmeta Sûriyê gumrika xwe ji bazirganan werdigrin.