Hewlêr û Bexdayê li ser dahatên nepetrolî li hev kir
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Koma Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Parlamentoya Îraqê Şivan Kelarî, ragihand ku Hewlêr û Bexda piştî zincîreyek gotûbêjên kûr, li ser beşek ji dahata nepetrolî gihîştine rêkeftinê.
Endamê Koma Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Parlamentoya Îraqê Şivan Kelarî bû mêvanê Rûdawê û li dan û standinên Hewlêr û Bexdayê pirsên Senger Ebdulrehman bersivandin.
Şivan Kelarî ragihand ku bipaşxistina mûçeyê sê mehên borî yên karmendên Herêma Kurdistanê pêwendiya wê bi nakokiyeke biçûk a li ser dahata nepetrolî ve hebûye û ev yek milmilaneyeke siyasî bûye.
Kelarî got, "Biryara Lijneya Wezîran a Îraqê ya ji bo şandina mûçeyê mehên Gulan û Hezîranê, li hemberî şandina 120 milyar dînaran ji dahata nepetrolî ji aliyê Hikûmeta Herêmê ve ji bo her mehekê, piştî 20 rojên bipaşketinê û bêyî ku li ser hemû xalan bigihin rêkeftineke dawî, hatiye dayîn."
Li gorî gotina Şivan Kelarî, hefteya bê dê şandeyeke Herêma Kurdistanê ji bo pirsên mûçe û bûdceyê careke din serdana Bexdayê bike.
Derbarê nakokiyên li ser dahata nepetrolî, Şivan Kelarî got ku ev cûdahiyên mezin nînin û pêwendiya wan bi awayê wergirtina dahatan ve heye û wiha axivî:
"Li ser beşek ji dahata nepetrolî li hev kirine, li ser wê yekê ku dahata federal li cihên din û parêzgehên din çawa tê wergirtin, bila li Herêma Kurdistanê jî bi heman şêweyê be û Herêma Kurdistanê ji sedî 50yê dahata federal radest bike."
Kelarî bal kişand ser daxwaza Teyf Samiyê ya ji bo wergirtina ji sedî 50yê hemû dahatan û ew di wê baweriyê de bû ku ev yek li dijî destûr û yasaya bûdceyê ye.
Kelarî behsa derbaskirina sererastkirina Yasaya Saziya Girtiyên Siyasî (Hejmar 4 a sala 2006an) li Parlamentoya Îraqê kir ku li gorî vê yasayê, hemû maf û îmtiyazên girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê (Helebce û Nugre Selman jî di nav de) li gel yên parêzgehên din ên Îraqê tên yekxistin.
Her wiha wî rexne li helwesta hinek parlamenteran girt ku li dijî derbaskirina wan xalên ku mafên girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê misoger dikin derketibûn.
Ev yek ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bi taybetî di warê darayî û mafên girtiyên siyasî de, wekî gaveke girîng tên dîtin.