Petrola brent gihişt 66,40 dolaran
Hewlêr (Rûdaw) - Petrola brent a Deryaya Bakur îro biha bû.
Çîn û Amerîkayê li ser pêşnûmeyekê li hev kir ku piştî pesendkirina ji aliyê serokên her du welatan ve, dikare ji bo rêkeftineke berfireh a bazirganiyê di navbera wan de bibe nexşerêyek.
Ev yek îro di roja yekem a vebûna bazarên cîhanê de bû sedema bilindbûna bihayê petrolê.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 46 sentan bilind bû û bermîlek bi 66 dolar û 40 sentî hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî bi heman rêjeyê bilind bû û bermîlek bi 61 dolar û 96 sentan hat firotin.
Îhtimala rêkeftineke dawî ya di navbera Çîn û Amerîkayê de ew dilgiraniyên ku dibêjin têkçûna pêwendiyan dê bibe sedema sistbûna aboriya cîhanê û kêmbûna daxwaza ji bo petrolê kêm kirine.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent doh ragihand ku li ser çarçoveyekê rêkeftin çêbûye ku dikare bibe sedema rêkeftineke nû, berfireh û mayînde ya bi Çînê re.
Donald Trump jî heman rojê derbarê rêkeftina bi Çînê re ya li ser pirsgirêkên bazirganiyê geşbîniya xwe anîbû ziman.