Bihayê onsa zîv heta bi 48 dolaran daket

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê onseke zîv 50 sentî, ango ji sedî 1 daket û onsa zîv bi 48,09 dolaran hat firotin.

Hefteya borî bihayê her onsa zîv zêdetirî 4 dolaran daketibû.

Bipêşketina gotûbêjên di navbera Amerîka û Çînê de sedema sereke ya daketina bihayê zîv e û daxwaza ji bo vî metalî ya wekî "penageheke ewle" kêm kiriye.

Li gorî bernameyê, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping dê pêncşemê bicivin.

Wezîrê Xezîneyê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku gefa Trump a ji bo zêdekirina baca gumrikê bi rêjeya ji sedî 100, êdî "ne li ser maseyê ye" ango nayê pêkanîn.

Wezîr her wiha got, Çîn razî bûye ku ji bo salekê plana xwe ya sînordarkirina metalên kêmpeyda rawestîne.

Li rexê din, sibe civîna durojî ya Komîteya Siyaseta Diravî ya Banka Navendî ya Amerîkayê dest pê dike û şeva çarşemê saet 21:30î, bank dê biryara xwe ya derbarê rêjeya faîzê de ragihîne.

Bankê 18ê meha borî rêjeya faîzê bi qasî ji sedî 0,25 kêm kiribû.

Tê pêşbînîkirin ku vê mehê jî bi heman rêjeyê kêm bike.