TUIK: Li Tirkiyeyê 3 milyon û 75 hezar kes bê kar in

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Îlona 2025an hejmara kesên bê kar 12 hezar zêde bûye û gihiştiye 3 milyon û 75 hezar kesan.

TUIKê amarên bêkariyê yên meha Îlona 2025an eşkere kirin.

Li gorî TUIKê rêjeya bêkariyê li gorî meha Tebaxa 2025an ji sedî 8,6 sabit maye.

Lê hejmara kesên bê kar 12 hezar zêde bûye û hejmara bê karan bi giştî gihiştiye 3 milyon û 75 hezar kesan.

Di nav ciwanan de jî rêjeya bêkariyê kêm bûye.

Rêjeya bêkariyê ya kesên temênên wan di navbera 15 û 24an de daketiye ji sedî 14,9an.

Rêjeya bêkariya mêran a di nav ciwanan de ji sedî 11,7 e û ya jinan jî bûye ji sedî 23,7.

Amarên bêkariyê yên TUIKê li gorî kesên ku bi rêyên fermî serlêdana kar kiriye û kar ji bo wan nehatiye dabînkirin tên hejmartin.

Kesên ku bi awayê fermî serlêdana kar nekiriye di nav amarên TUIKê de cih nagirin.

Ji ber wê jî tê pêşbînîkirin ku rêjeya bêkariyê ji amarên ku TUIK eşkere dike gelekî bilindtir be.