Kompanyayên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dixwazin li Silêmaniyê veberhênanê bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerên hejmarek kompanyayên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê ne.

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Silêmaniyê ragihand ku kompanyayan di gelek waran de amadehiya xwe ya ji bo veberhênanê nîşan daye.

Şandeyeke Jûra Bazirganiyê ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku ji nûnerên 11 kompanyayan pêk tê, serdana Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Silêmaniyê kir.

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Silêmaniyê Newzad Xefûr di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand ku şande dê bi xwediyên kompanya û bazirganên parêzgehê re bicive.

Kompanyayên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di gelek warên cuda de kar dikin.

Newzad Xefûr got ku wan derbarê bipêşxistina pêwendiyên bazirganî gotûbêj kirine û kompanyayan ji bo veberhênanê di gelek warên pîşesazî û çandiniyê de li parêzgehê amadehiya xwe ya nîşan daye.

"Em dixwazin li Silêmaniyê kargehan vekin"

Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Navneteweyî ya Tirkiyeyê Newaf Kiliçê ku serpereştiya şandeyê dike, di konferansa rojnamegeriyê de amaje bi armanca serdana xwe kir û got:

''Em dixwazin li Silêmanî û bajarên din ên Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin û hejmarek kargehan vekin.''

Newaf Kiliç diyar kir ku ew dixwazin pêwendiyên bazirganî yên parêzgeha Silêmaniyê û Tirkiyeyê xurttir bibin û wiha anî zimên:

''Em dê di warên wekî geştyarî û çandiniyê de veberhênanê bikin.''

Serokê Jûra Bazirganiyê ya Silêmaniyê amaje bi biryara vekirina esmanê Tirkiyeyê ji bo geştên ji Balafirgeha Silêmaniyê kir û got:

''Bandoreke wê ya rasterast li ser bipêşxistina pêwendiyan heye. Her wiha di dan û standinên bazirganî yên Herêma Kurdistanê yên bi welatên cîhanê re hêsankarî çêdibe.''

Biryara vekirina Balafirgeha Silêmaniyê piştî wê yekê hatibû ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 9ê Çiriya Pêşîn a 2025an li Enqereyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya û jê xwestibû ku dorpêça li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê rake û wî jî erê kiribû.

Li gorî rapora salane ya Saziya Amarên a Tirkiyeyê (TUÎK), qebareya dan û standinên bazirganî yên di navbera Tirkiye û Îraqê de sala 2023yan 20 milyar dolar û sala 2024an jî nêzîkî heman rêjeyê bûye.