Atlas Globalê geştên xwe rawestandin
Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya balafirên rêwiyan Atlas Globalê ya Tirkiyê ragihand ku ji ber rewşa aborî wan tevahiya geştên xwe yên asmanî bi awayekî demkî rawestandine.
Kompaniya Atlas Globalê peyamekî belav kir û di peyama xwe de dibêje ku heya 21ê Kanûna 2019an bi awayekî demkî ew navberê didin geştên xwe yên asmanî.
Di daxuyaniya Kompaniya Atlas Globalê hate gotin: “Em bo xizmeteka baştir bo we peşkeş bikin, em xwe ji nûh de birêdixin. Me bi eke demkî, ji roja 26.11.2019 heya roja 21.12.2019an, navber daye geştên xwe.”
Di vê çarçoveyê de geştên Kompaniya Atlas Globalê yên ji Tirkiyê bo Hewlêr û Silêmaniyê jî tenê rawestandin.
Biryar e bilêtên balafiran dê heya 16ê Kanûna 2019an neyên firotin û sistem dê ji firotina bilêtan re girtî be, lê Kesên ku bilêtan kirîne, dikarin ji bo betalkirin an jî guhertinê malpera kompaniya navborî bişopînin.