Petrol îro erzan bû

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro daket û pêşbîniyên ji bo agirbesta Ukraynayê zext li ser bihayên petrolê çêkiriye.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur îro 21 sentan daket û bermîl bi 62 dolar û 92 sentan tê firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê (WTI) jî bi heman rêjeyê daket 58 dolar û 44 sentan.

Bihayên petrolê doh ji sedî 1 bilind bûbûn û sedema wê jî metirsiya têkçûna agirbesta Ukraynayê bû.

Faktora jeopolîtîk ducare vegeriyaye nava bazara petrolê û her cure nûçeya li ser hewldanên agirbesta li Ukraynayê bandorê li bihayên petrolê dike.

"Pêkhatina agirbestê…”

Şirovekarê Banka Commonwealthê ya Awistralyayê Vivek Dhar li ser mijarê got:

"Pêkhatina agirbesta Ukraynayê dê bibe sedema rakirina sizayên li ser Rûsyayê û vegera petrola wî welatî."