Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê li ser emailên Wikileaskê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê belavbûna hin belgenameyên nihênî di malpera Wikileaksê de ragihand: “Me daxwaza alîkariyeke zêdetir ji aliyê tirk kiriye û me çend bijarde pêşniyar kirine, da ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê deynên xwe çareser bike.” Wezaretê herwiha daye xuyakirin: “Hêj rêkevtina dawî li ser wê mijarê nehatiye kirin.”

 

Îro sêşemî 27ê Kanûna 2016ê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê zanyariyên Wikileaksê yên li ser sektrora petrola Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û tê de bersiva Wikileaksê da.

 

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî radigihîne: “Cihê mixabiniyê ye, ew email ku zanyariyên hesas ên bazirganiyê li xwe digirin, di malpera Wikileaksê de belav bûne, her çend ku ew email derdixin holê ku bi çi awayî wezîrekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dike bo parastina berjewendiyên aboriyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî di wan deman de ku Herêma Kurdistanê di kirîzek aborî re derbas dibe.”

 

Di vê daxuyaniyê de, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi rêkevtina stratejîk a enerjiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de dike û dibêje: “Her çawan ku li pêş raya xelkê zelal û aşkere ye, ku Herêma Kurdistanê û Tirkiyê derbarê enerjiyê de rêkevtineke stratejîk hene, pêwendiya navbera Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevtayê wî yê tirk jî beşek ji wê rêkevtinê ye.”

 

Di daxuyaniyê de behsa naveroka wê emailê jî hatiye kirin, ku malpera Wikileaksê belav kiriye û hatiye gotin:

 

Di wê emailê de, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî daxwaza alîakriyeke zêdetir ji aliyê tirk kiriye û hin bijarde (alternatîv) pêşniyar kirine, da ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê deynên xwe çareser bike û sermaye bo şîrketên tirkî berdest bike, da ku projeyên xwe li Herêma Kurdistanê tevav bikin û rewşeke serkevtî-serkevtî çê bibe ji bo alîkariyên du alî yên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di warê enerjiyê de, her wek çawan ku li ser wê li hev kirine.

 

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê herwiha red jî dike ku ti rêkevtinek li ser wê mijarê hatibe kirin û radigihîne: “Ew jî beşek bûye ji rêkevtina sala 2013 a navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ku bêyî agahdariya tevav û raspardiya rasterast a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bûye, hêj jî ti rêkevtineke dawî li ser wê mijarê nehatiye kirin.”