Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ferman daye, ku tenê ji sedî 17ê şayesteya darayî bigihe destê cotkarên Herêma Kurdistanê. Ev yek jî têra hemû deynên cotkarên Kurdistanê nake.
Parlamentera PDKê li Parlamentoya Iraqê Eşwaq Caf ji Rûdawê re ragihqand; “Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryara xerckirina ji sedî 80yê şayisteyên darayî ya hemû cotkarên Iraqê daye. Herêma Kurdistanê di demekê kurt de kariye bi rêya dîwana çavdêriyê derbarê berhemên cotkaran de hûrbîniyên xwe bike. Lê Ebadî ferman daye, ku tenê ji sedî 17ê şayesteya darayî bigihe destê cotkarên Herêma Kurdistanê. Ev jî stemeke mezin e.”
Caf herhiwa got; “Ji bo cotkaran 900 milyar dînar hatiye terxankirin. Tenê ji sedî 17ê vê figihe cotkarên kurd. Ev têra deynên cotkarên kurd nake. Jixwe cotkarên Herêma Kurdistanê ji sala 2016ê ve pereyên xwe wernegirtine.”
Eşwaq Caf destnîşan kir, ku ti pêwendiya pereyên cotkaran bi pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê re nîne û diyar kir; “Pereyên cotkaran girêdayê bûdceya hakîme ye, xelkê dan û berhemên xwe daye, pêwîste hikûmet li hember vê yekê pereyên wan bide.”
Parlamentera kurd daxwaz ji serokê komên her pênc partiyên kurd ên li Parlamentoya Iraqê kir d ku serdana Heyder Ebadî bikin û vê mijarê ligel wî bişêwirin.
Eşwaq Caf da zanîn, ku wan ji Serokê Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Iraqê Emmar Hekîm kiriye da ku guvaşê bixe ser Ebadî û mafê cotkarên kurd neyê xwarin.
Wezareta Bazirganiya Iraqê niha 69 milyar dînarê sala 2014ê, 243 milyar dînarê sala 2015ê û 590 milyar dînarê sala 2016ê deyndarê cotkarên Herêma kurdistanê ye. Deynên cotkaran bi giştî dike 902 milyar dînar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse