Kîloya zîv bi 3 hezar û 15 dolaran e
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onsa zîv bi awayekî berbiçav zêde bû û nêzîkî 94 dolaran bû.
Li bazarên cîhanî bihayê onsa zîv ji sedî 6,28 (5,55 dolar) bilind bû û ons bi 93,81 dolaran hat firotin.
Bi vî awayî, niha kîloya zîv li bazarên cîhanê bûye 3 hezar û 15 dolar.
Ev biha di du mehên dawî de asta herî bilind e.
Tenê hefteya borî bihayê her onseke zîv 9,19 dolar zêde bû ku dike nêzîkî ji sedî 10.
Veberhêner ji ber zêdebûna metirsiyên bazirganî û jeopolîtîk berê xwe didin kirîna madenên bi qîmet.
Ev bilindbûna bihayê zîv piştî wê yekê tê ku birêvebiriya Amerîkayê li gorî "Madeya 122yan" biryara sepandina baca gumrikê ya ji sedî 10 li ser hevparên bazirganî da.
Bazar pêşbînî dikin ku piştî biryara Dadgeha Bilind a li ser betalkirina bacan, ew rêje derkeve ji sedî 15an.
Vê yekê kiriye ku veberhêner wekî parastinekê li hemberî daketina bihayê diravan, berê xwe bidin kirîna madenên bi qîmet.
Her wiha Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê piştî zêdebûna metirsiyên ewlehiyê destûr da beşek ji karmendên balyozxaneya xwe ya li Îsraîlê ku ji wî welatî derkevin.
Vê gavê dilgiraniyeke zêde li ba veberhêneran çêkir û kir ku ew berê xwe bidin kirîna zîv ku wekî "stargeheke ewle" tê dîtin.
Li aliyê din, kêmbûna zîv di sektora pîşesaziyê de berdewam dike û ev jî yek ji sedemên sereke yên bihabûnê ye.
Her wiha veberhêneran dest bi firotina pişkên xwe yên di sektora hişê çêkirî de kiriye û berê xwe daye kirîna bonoyên darayî û madenên bi qîmet.
Vê yekê hişt ku faîza li ser bonoyên darayî yên 10 salî yên Amerîkayê dakeve bin ji sedî 4an ku ev jî sedemeke din a bihabûna zîv û zêr e.