Iraq îsal 348 hezar ton genim ji cotkarên Kurdistanê dikire
Hewlêr (Rûdaw) – Endamekî Komîteya Çandinî û Çavkaniyên Avê li parlamentoya Iraqê dibêje, hikûmeta Iraqê biryar daye ku di sala 2019an de bi qasî 348 hezar ton genim ji cotkarê Herêma Kurdistanê bikire.
Endamê Komîteya Çandinî û Çavkaniyên Avê li parlamentoya Iraqê ji Rûdawê re ragihand, piştî ku şandeke ji wezareta çandinî û çavkaniyên avê ya Herêma Kurdistanê hate Bexdayê û li gel berpirsên wezareta çandiniya Iraqê civiyan, hikûmeta Iraqê biryar da ku, di sala 2019an de bi qasî 348 hezar ton genim ji cotkarê Herêma Kurdistanê bikire.
Mehemed Emîn Faris got, beşa ku ji kirîna genimê cotkarên Kurdistanê re hatiye terxankirin, ji bo Hewlêr 100 hezar ton, ji bo Duhokê 120 hezar ton, ji bo Silêmaniyê 80 hezar ton, bo Germiyanê 28 hezar ton û bo Helebçe jî 20 hezar ton e.
Mehemed Emîn Faris behsa wê yekê jî kir ku hikûmeta Iraqê razîbûna xwe li ser zêdekirina 500 milyar dînarên din ji bo kirîna berhemên cotkaran nîşan daye.
Wî endamê Komîteya Çandinî û Çavkaniyên Avê li parlamentoya Iraqê herwiha destnîşan kir, Bexdayê pereyê genimê cotkaran ên salên 2017 û 2018ê daye û tekez kir, dê li ser hewlên xwe berdewam bin daku pereyê genimê cotkaran ên salên 2014, 2015 û 2016ê ji wan re bê xerckirin.