Bihayê petrola brent 108 dolar derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro jî bilindbûna xwe ya roja borî domand.

Gotûbêjên li ser şerê Îranê û gihîştina peymanekê ya di navbera Îran û Amerîkayê de xitimîne.

Çûn û hatina deryayî ya li Tengava Hurmizê gelekî sînordar e û vê yekê jî bihayê petrolê zêdetir bilind kiriye.

Bihayê bermîla petrola brent a Deryaya Bakur 45 sentan bilind bû û bermîla petrola brent bi 108 dolar û 68 sentan tê kirîn û firotin.

Bihayê petrola brent roja duşemê bi rêjeya ji sedî 2,8 bilind bûbû.

Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 58 sentên din bilind bû û bermîla wê bi 96 dolar û 96 sentan hat kirîn û firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê roja duşemê jî bi rêjeya ji sedî 2,1 bilind bûbû.

Trump ne razî ye û tengav girtî ye

Li gorî çavkaniyeke ji Koşka Spî, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji pêşniyara nû ya Îranê ne razî ye.

Sedema vê yekê ew e ku pêşniyar çareserkirina pirsgirêka atomê ya wî welatî li xwe nagire.

Îran dixwaze di qonaxa destpêkê de tenê dijminatî bi dawî bibe û pirsgirêka Tengava Hurmizê çareser bibe.

Xitimîna dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de yên ku bi navbeynkariya Pakistanê tên kirin bi kirdarî bûye sedem ku Tengava Hurmizê hema bêje girtî bimîne.