Bexdayê 30 milyar dînar ji pereyê cotkarên Kurdistanê şand
Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Bazirganî ya Herêma Krudistanê ragihand, 30 milyar dînar ji pereyê genimê cotkarên Hewlêrê gihîştiye destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dê sibe li ser cotkaran were parvekirin.
Rêveberê Giştî yê Bazirganî li Wezareta Bazirganî ya Herêma Krudistanê, Newzad Edhem di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: Ji Bexdayê ve 30 milyar dînar weke pereyê genimê cotkarên bajarê Hewlêrê ku deyn mabû li ser Bexdayê, gihîştiye Herêma Kurdistanê û dê ew pere ji roja Sêşemî 29ê Gulanê ve bi çend qonaxan li ser 17 hezar cotkaran de were parvekirin.
Newzad Edhem diyar kir, ku pereyê cotkaran dê li Banka Hemrîn a bajarê Hewlêrê were dabeşkirin.
Wî rayedarê Wezareta Bazirganî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir, ku ew pere yê sala 2016 ye ku li ser Bexdayê maye û heta niha ji cotkaran re nehatibû şandin.
Newzad Edhem da xuyakirin: Pêştir cotkarên Silêmaniyê 18 milyar dînar û cotkarên Duhokê jî 22 milyar ji deynê berhemên genim ê sala 2016 wergirtine.
Li gorî salên bihorî, hikûmeta Iraqê di sala 2017ê de bi nirxekî kêmtir genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê kirî û ji bo her tonek genimê pile yek 560 hezar dînar, bo her ton genimê pile du 480 hezar dînar û ji bo genimê pile 3 jî 420 hezar dînar diyar kiribû.
Ew yek di demekê de bû, ku Bexdayê di salên pêştir de her tona genimê pile yek 700 hezar dînar, her tons genimê pile du 600 hezar û her tona genimê pile sê jî 480 hezar dînar ji cotkaran kirîbû.