Nêçîrvan Barzanî beşdarî Foruma Aborî ya Cîhanê dibe
Hewlêr (Rûdaw)- Îro Foruma Aborî ya Cîhanî (DAVOS) li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê dest pê dike. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî wê komcivîna navdewletî dibe.
Ev çaremîn car e ku ev foruma cîhanî li Tirkiyeyê bi rêve diçe û vê carê dê 2 rojan bidomîne. Di dema wê forumayê de, dê serkirdeyên siyasî û karsaz li wir hevdîtinan pêk bînin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî vê forumê dibe û di çarçoveya wê civînê de dê ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyeyê Ehmed Davûtoglu bicive.
Biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di wan hevdîtinan de pirsên rûbirûbûna DAIŞê û hinartina petrola Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê re bo bazarên cîhanê gotûbêj bike.
Rûniştina yekemîn ya Foruma Aborî ya Cîhanê sibe dest pê dike û Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan dê gotarekê tê de pêşkêş bike.
“Fêmkirina Dînamîzama Enerjiya Herêmê” wê navnîşana rûniştina roja duyemîn a forumê be, ku Wezîrê Enerjiya Tirkiyeyê Taner Yildiz û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tê de beşdar dibin.
Herwiha Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî dê di wê rûniştina duyemîn de gotarekê pêşkêş bike.