Gazprom Neft: Em bo 10 blokên petrolê bi Kurdistanê re gotûbêjê dikin

28-09-2017
RÛDAW
Nîşan Rûsya Gazprom Neft Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mezintirîn Şîrketa Petrolê ya Rûsyayê, Gazprom Neft ragihand, dê çend projeyên din ên di ware enerjî û sektora petrolê ya Kurdistanê de cîbicî bike û da xuyakirin: “Em bi Herêma Kurdistanê re li ser 10 blokên nû yên petrolê di gotûbêjê de ne.”

 

Gazprom Neft a Rûsyayê diyar kir: “Em di xebat û karkirina xwe ya li Herêma Kurdistanê ya di warê gaz û petrolê de gelek geşbînin di paşerojê de. Li Germiyanê em li ser karê xwe berdewam in û li wê derê me nêzîkî 8 milyon ton petrola yedek peyda kiriye û em li ser karên xwe berdewam in. Me bîra yekem temam kiriye û niha me dest bi kolandina bîra duyem (a petrolê) kiriye.”

 

Gazprom Neft herwiha dibêje: “Her çend rewş hesas e, lê Gazprom Neft dixwaze li Sergelo rojane 7 hezar û 631 bermîlên petrolê berhem bihîne. Di sala dahatî de jî em dê asta deranîn û berhemanîna petrolê li Sergelo bo 13 hezar û 455 bermîlan di rojekê de zêde bikin.”

 

Serokê Şîrketa Middle East ku beşek ji Şîrketa Gazprom Neftê ye, Sergey Petrov got: “Em amade ne dest bi lêgerînê di projeya nû ya neftî (petrolê) de bikin, niha Şîrketa Gazprom Neft bixwe li gel Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser 10 blokên nû yên petrolê di gotûbêjê de ye.”

 

Sergey Petrob herwiha destnîşan kir: “Me niha dest ji karkirina di bloka neftî ya Helebceyê de aniye, ew jî ji ber hebûna hejmareke zêde ya mînên ku li deverê hene.”

 

Daxuyaniya nû ya Gazprom Neftê bo berfirehkirina kar û xebatên xwe li Herêma Kurdistanê di demekê de ye, ku hikûmet û parlamentoya Iraqê piştî referanduma serxwebûnê çendîn biryar li dijî Herêma Kurdistanê dane.

 

Roja 25ê Îlona 2017ê (4 roj berî niha) Hikûmeta Herêma Kurdistanê referanduma serxwebûnê li tevahiya sînorê Başûrê Kurdistanê (tevî Kerkûkê û deverên Kurdistanî yên di çarçoveya madeya 140 a destûra Iraqê de) encam da û li gorî encamên fermî yên destpêkê ku duh hat aşkerekirin, %92.73ê dengderan bi dengê Belê piştgirî dane serxwebûna Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst