Onsa zêr bi kêmtirî 4000 dolaran e
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro di dema vebûna bazarên Asyayê de dîsa gihişt 4 hezar dolaran û heta bi 4015 dolaran bilind bû lê piştî çend demjimêran careke din daket bin wê asta hestyar û niha bi nêzîkî 3990 dolarî tê firotin.
Doh nermbûna aloziyên di navbera Amerîka û Çînê de û îhtimala rêkeftineke demdirêj bûbû sedema daketina bihayê zêr a bi rêjeya ji sedî 3 û zêr heta bi nêzîkî 3970 dolarî daketibû.
Zêr îro di peymanên paşerojê de bi 4022 dolaran tê firotin.
Şîrovekarê kompanyaya şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer li ser mijarê ragihand:
"Bazirganên zêr di astên niha de dixwazin zêr bikirin, bi taybetî jî ji ber ku bihayê dolar li hemberî pereyên din dest bi daketinê kiriye."
Pêşbîniya ji bo dolar îro bi rêjeya ji sedî 0,1 daket.
Ev yek kirîna zêr ji bo wan welatên ku bi pereyên din dan û standinê dikin hêsantir dike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump çend bi welatên Asyayê re peymanên bazirganiyê îmze kirine û ragihandiye ku bi îhtimaleke mezin dê bi Çînê re li ser kar û barên bazirganiyê li hev bikin.