Bihayê petrolê dadikeve

Hewlêr (Rûdaw) - Li gel nêzîkbûna Çîn û Amerîkayê û arambûna bazaran vê sibehê bihayê petrolê daket.

Îhtimala rêkeftineke di navbera Çîn û Amerîkayê de ji bo zêdekirina daxwaza petrolê geşbîniyek çêkiribû.

Li aliyê din ji ber ku OPECê petrola zêde pêşkêşî bazarê kir, bandora erênî ya wê rêkeftinê kêm bû.

Piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur îro 14 sentan daket û bi 65 dolar û 58 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 19 sentan daket û nêzîkî 61 dolar û 22 sentan bû.

Bankeya ANZ a Awistralya û Zelandaya Nû di daxuyaniyekê de got, “Çavê bazirganên petrolê li civîna di navbera Trump û Xi Jinping e.”

Bihayê petrola brent daket bin 66 dolaran

Heman bankê her wiha got, “Qebareya pêşkêşkirina petrolê sala bê dê bandoreke mezintir li ser bihayê petrolê bike.”

Çar çavkaniyan ji OPECê ji Ajansa Reutersê re gotiye ku di meha Kanûna Pêşîn de hilberînerên petrolê yên endamên wê komê dê pêşkêşkirina petrolê hîn zêdetir bikin.