Pêla sermayê û daketina dolar bihayê petrolê bilind kir
Hewlêr (Rûdaw) – Îro bihayê petrolê bilindbûna xwe ya doh domand. Bihayê bermîleke petrola brent zêdetirî dolarekî bilind bû û gihîşt nêzîkî 69 dolarî.
Bihayê petrola sivik a Teksasê (WTI) jî dolarek û 4 sent bilind bû û gihîşt 64 dolar û 9 sentî.
Sedema bilindbûna bihayê petrolê ji bo daketina qîmetê dolar, pêla sermayê ya li Amerîkayê û kêmkirina qebareya petrola Qazaxistanê tê vegerandin.
Qîmetê dolarî li beramberî pereyên din ên cîhanê daketiye asta xwe ya herî nizm a 4 salên dawî.
Her wiha pêla berf, bahoz û sermayê, hilberîna petrola Amerîkayê ya li qeraxên Kendava Meksîkayê bi temamî rawestand.