SOMO: Me di ser benderan re bi rêjeyeke sînordar petrol firotiye

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê SOMOyê Elî Nizar ragihand ku wan vê mehê di ser benderên Besrayê re petrol firotiye lê mêjera wê sînordar bûye.

Birêvebirê Şirketa Bazarkirina Petrolê ya Îraqê (SOMO) Elî Nizar îro ji Rûdawê re eşkere kir ku mêjera petrola ku rojane di ser boriya Herêma Kurdistanê re tê hinartin "di navbera 160-200 hezar bermîlî de ye."

Wî her wiha destnîşan kir ku ew petrola ku di ser boriya Herêma Kurdistanê re tê hinartin bi bihayekî bilind difiroşin.

Elî Nizar li ser guherîna mêjera firotina petrolê got:

"Ev yek bi barkirin, mêjera depokirî û tankeran ve girêdayî ye. Hinek rojan mêjer kêm dibe û hinek rojan jî zêde dibe."

Birêvebirê SOMOyê anî zimên ku ew petrolê bi bihayekî "bilind di borsaya cîhanî de" difiroşin.

Rewşa Tengava Hurmizê

Elî Nizar li ser hinartina petrolê ya ji benderên başûrê Îraqê ya piştî girtina Tengava Hurmizê û aloziyên li herêmê jî ragihand:

"Me di ser benderên başûr re petrol firotiye lê mêjera wê sînordar e û li gel hinartina berê nayê berawirdkirin.

Keştiyên me yên veguhastina petrolê nînin. Em petrolê li benderên başûr difiroşin.

Kiriyar di Tengava Hurmizê re dibe yan li Kendavê bi kar tîne, ev karê şirketên kiriyar e, ne yê me ye.

Ew şirketên ku petrolê ji me dikirin, şirketên cîhanî û naskirî ne û ne di bin ti cezayî de ne.

Dema petrolê dikirin, dibe milkê wan û ew biryarê didin bê ma dê bi kû de bibin."

Peymana bi Tirkiyeyê re bi dawî dibe

Boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê ku wekî "Xeta Boriya Niştimanî ya ji bo Bendera Ceyhanê" tê naskirin, di dema şerê DAIŞê de zerer dîtibû û hinartina di ser wê re hatibû rawestandin.

Birêvebirê Şirketa North Oilê Amir Xelîl jî li ser dema çalakkirina wê boriyê ji Rûdawê re got:

"Karê nûjenkirin û ceribandina boriyê didome lê ne zelal e ka dê kengî hinartin ducare dest pê bike.

Beşek ji mijarê bi peymana me ya bi Tirkiyeyê re ve girêdayî ye."

Li gorî biryara ku 21ê Tîrmeha 2025an bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di rojnameya fermî ya Tirkiyeyê de hatiye belavkirin, peymana petrola xav a ku sala 1973yan di navbera Tirkiye û Îraqê de hatibû îmzekirin, nîvê îsal bi dawî dibe.

Amir Xelîl diyar kir ku ew peyman 27ê Tîrmeha îsal bi dawî dibe û got "Civînên me yên bi aliyê Tirkiyeyê re yên ji bo nûkirina peymanê didomin."