Rûsya jî dê ji OPECê vekişe?
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov ragihand ku ew rêzê li biryara Îmarata Erebî ya veqetîna ji OPECê digirin lê Rûsya ji OPECê dernakeve.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li Moskowa paytexta Rûsyayê daxuyanî da rojnamegeran.
Dmitri Peskov biryara Îmarata Erebî ya vekişîna ji Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC) û OPEC+ê ya ji 1ê Gulanê ve nirxand.
Peskov diyar kir ku ev biryara Îmaratê bi xwe ye û ew rêzê lê digirin.
Peskov her wiha anî ziman ku wan daxuyaniya Îmaratê ya li ser helwesta berpirsyarane ya di bazarên enerjiyê de û berdewamiya hevahengiyê bi dilxweşî pêşwazî kiriye.
Peskov li ser pirsa "Gelo Moskow plan dike ku ji OPEC+ê vekişe?" wiha bersiv da:
"Na, ev format alîkar e ku guherînên di bazarên enerjiyê de bi awayekî berbiçav kêm bibin û aramî li van bazaran peyda bibe."