Navenda Nûçeyan - Samsunga şirketa teknolojiyê ya Koreya Başûr ragihand dê li Amerîkayê fabrîqeyeke bi 380 milyon dolarî çêke.
Di daxuyaniya Samsungê de hat destnîşankirin li eyaleta Carolînaya Başûr ya Amerîkayê dê fabrîqeyeke bi 380 milyon dolarî çêke.
Samsungê ragihand fabrîqe dê di sala 2020an de bê vekirin û qederê 954 kes tê da bixebitin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin fabrîqe dê ji bo bazara Amerîkayê amûrên çêke.
Revebirê (CEO) yê Samsung Electronicsê B.K. Yoonê derbarê mijarê de destnîşan kir piyase û bazara Amerîka ji bo şirketê bazareke mezin e û her diçe mezintir dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse