Li Rihayê zeviyên hilberîna pembû ji sedî 55 zêde bûye
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Riha komkirina pembû dest pê kir û li gor par, îsal qada hilberîna pembû li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê ji sedî 55 zêde bûye.
Li Rihayê ku li ser asta Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji sedî 42yê pembû li wê derê tê hilberîn, par li ser milyonek û 800 hezar donim pembû hat çandin û bi qasî 900 hezar ton pembû hat bidestxistin.
Îsal li bajêr qada hilberîna pembû ji sedî 55 zêde bû û derket 2 milyon û 800 hezar donimî. Her wisa tê pêşbînîkirin ku îsal milyonek û 400 hezar ton pembû were bidestxistin.
Serokê Odeya Ziraetê ya Rihayê Ahmet Eyyupoglu da zanîn ku, li ser asta Bakurê Kurdistan û Tirkiyê Riha di hilberîna pembû de di rêza yekemîn de ye.
Ahmet Eyyupoglu destnîşan kir ku zeviyên hilberîna pembû zêde bûn û got, "Me li hemû cotkarên xwe pêşniyar kir ku pembû daynin, cotkarên me jî pembû danîn. Ber û berhemdariya pembû îsal pir baş e. Rekolteya me înşelah dê pir baş be.”
Eyyupoglu herwiha derbarê bihayê kirîna pembû de jî wiha axivî; " Yekîneyên Kooperatîfên Firotina Çandiniyê wekî 23,5 lire eşkere kir. Divê Çukobirlik jî wî bihayî eşkere bike. Ji ber pirsgirêka elektirîkê bihayê pembû hinekî rawestiyabû, lê dê serast bibe.”