Zêr dîsa bi firê ket: Ev jî rekoreke nipînû ye

Hewlêr (Rûdaw) - Îro roja yekem a vebûna bazarên cîhanê ye û bihayê onseke zêr gihişt 3 hezar û 800 dolarî.

Zêr bi vê yekê di dîroka xwe de asta herî bilind dît.

Daketina bihayê dolar û bendewariyên ji bo kêmkirina zêdetir a rêjeya faîza bankê wekî sedemên sereke yên vê bihabûnê tên dîtin.

Bihayê zêr di peymanên pêşerojê de ji sedî 0,3 bilind bû û zêr bi 3 hezar û 818 dolarî hat firotin.

Nîşandera dolar a ku bihayê dolar li hemberî pereyên din dipîve îro ji sedî 0,2 daket.

Vê yekê kirîna zêr ji bo welatên din ên ku zêr bi pereyên xwe yên niştimanî dikirin hêsantir kir.

“Divê em hişyar bin”

Şirovekarê payebilind ê kompanyaya şêwirmendiyê "Capital.com"ê Kyle Rodda derbarê mijarê ragihand:

"Amarên aborî yên Amerîkayê rê xweş kiriye ji bo kêmkirineke din a rêjeya faîzê di mehên çiriya pêşîn û kanûna pêşîn ên îsal de.

Hesta bazirganan a li ser zêr ew e ku hîn jî bihatir dibe.

Bihayê zêr ew qasî bilind bûye ku ji vir û pê ve divê bi hişyarî miamele pê re bê kirin."

Li gorî rapirsiyan, bazirgan şansê kêmkirineke din a rêjeya faîzê di meha çiriya pêşîn de bi ji sedî 90 pêşbînî dikin û ji sedî 65 jî şansê kêmkirineke din di meha kanûna pêşîn de dinirxînin.

Tê payîn ku dawiya vê hefteyê komek amarên din ên aborî yên Amerîkayê bên belavkirin ku dikarin bandoreke berbiçav li ser bazara zêr bikin.