Herikîna petrola Herêma Kurdistanê çi bandor li bihayê petrolê kir?
Hewlêr (Rûdaw) - Petrol îro serê sibehê erzan bû.
Sedema daketina bihayê petrolê, destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê û îhtimala zêdekirina petrolê ya ji aliyê OPEC+ ve ye.
Bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 34 sentan daket û bi 69 dolar û 79 sentan hat firotin.
Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 43 sentan daket û bû 65 dolar û 29 sent.
Birêvebirê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Momo Australiayê Michael McCarthy got, “Dilgiraniya li ser zêdekirina petrolê li bazaran bûne sedema daketina bihayan.”
Hewlêr û Bexdayê li ser hinartina petrolê li hev kir û ji roja şemiyê ve petrol ber bi Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve diherike.
Tê çaverêkirin ku li gorî peymana sêalî ya di navbera her du hikûmetan û kompanyayên petrolê de, hinartina petrola Herêma Kurdistanê bigihîje nêzîkî 230 hezar bermîlan.
OPEC Plus hefteya bê civîna xwe ya mehane li dar dixe û li gorî şîrovekaran, tê pêşbînîkirin ku di mehên bê de hilberîna petrolê bi qasî 137 hezar bermîlên din were zêdekirin.
Tevî vê daketinê û zêdebûna petrolê ya li bazaran jî kompanyayeke şêwirmendiyê hişyariyê dide ku ji ber aloziyên girêdayî Rûsya û Îranê dibe ku bihayê petrolê dîsa bilind bibe.
Kompanyaya RBC Capital di wê baweriyê de ye ku meha bê îhtimala zêdebûna aloziyên di navbera welatên rojavayî, Rûsya û Îranê de dikare bihayê petrolê bilind bike û li bazaran bibe sedema şokekê.