Stenbol (Rûdaw) – Beşek ji projeya çêkirina tunêla ku di 60 metre di bin avê de her du beşên Asya û Ewropa yên bajarê Stenbolê bi hev re girêdide û wek Projeya Marmaray tê naskirin, bidawî bû û bi amadebûna Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê ket xizmeta welatiyan. Hat gotin, hatin-çûn dê heta 15 rojan belaş be.
Projeya Marmaray ya ku aliyê Asya û aliyê Ewropa yên Stenbolê bi hev re girêdide û 60 metre di binê avê de hatiye çêkirin, îro bi fermî hat vekirin û ket xizmeta welatiyan.
Projeya han ji sala 2005an bi bûdceya 1.5 milyar dolar ji aliyê şîrketek biyanî ve dest pê bû. Dirêjiya tunêlê 13.6 km e û ji devera Sîrkecî ya bajêr dest pê dike û li devera ûskûdarê bidawî dibe û ji 5 îstasyonan pêk tê û dikare rojane milyonek rêwî veguheze.
Tê gotin, rêwî dikarin di nav 4 deqeyan de ji aliyê Asya yê Stenbolê derbasî aliyê Ewropa yê bajêr bibin…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse