Hewlêr (Rûdaw) – Bûdceya sala 2015an a Iraqê nehat pesendkirin. Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê Derbaz Mihemed jî ragihand, bûdceya Kurdistanê %17 ji ya giştî ye lê divê Kurdistan li hember vê yekê rojane 300 hezar bermîl petrol bide Bexdayê.
Encumena Wezîran a Iraqê îro bi awayekî awarte ji bo bûdceya sala 2015an a Iraqê civiya.
Li ser encamên civînê, Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê Derbaz Mihemed ji Rûdawê re got, bûdce nehat pesendkirin çimkî li ser çawaniya danîna bûdceyê nakokî hebûn ji ber wê jî hat paşxistin.
Derbaz Mihemed da zanîn ku li ser bûdceyê du nakokî hebûn ku yek jê destnîşankirina nirxa her bermîlek petrolê bû ya din jî kêmhatina bûdceyê bû û wiha axivî:
“Di pêşniyarqanûnê de hatiye gotin ku sala bê her bermîlek petrolê bi 70 dolarî bê firotin lê ev çend roj in nefta Iraqê herî zêde bi 65 dolarî tê firotin. Ya din jî kêmhatina bûdceyê bû ku 48 tirîlyon dînar hatiye danîn ku gellek e, çimkî bûdceya giştî ya 2015an jî 155 tirîlyon e lewma hat xwestin ku kêmhatina bûdcê hinekî bê kêmkirin.”
Li ser pişka Herêma Kurdistanê jî wî wezîrê kurd ê Iraqê da xuyandin ku pişka Kurdistanê %17 e lê divê Herêma Kurdistanê jî rojane 300 hezar bermîl petrol bide Bexdayê.
Li gorî Derbaz Mihemed, Kurdistan dê 150 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê û pişka din jî ji nefta bîrên din bide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse