Çima zêr biha bû û paşê daket?

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku bihayê onsa zêr rekoreke nû tomar kir û gihişt 4550 dolarî, destkeftiyên xwe ji dest dan û niha onsa wê bi nêzîkî 4515 dolaran tê kirîn û firotin.

Pêşbîniyên li ser kêmkirina faîza bankê ya di meha bê de bûne sedema berdewamiya daketina bihayê dolar li hemberî pereyên din, ev yek jî bûye sedema bihabûna zêr.

Tevî bilindbûna bê mînak a îro, ji ber nêzîkbûna sersalê qebareya dan û standinan li bazara zêr kêm e û ji ber vê yekê beşek ji bazirganan ji bo komkirina qezencê dest bi firotina zêr kiriye.

Vê yekê jî hiştiye ku bihayê zêr ji bo demeke kurt paş ve bikişe.