Bermîla petrolê bi ser 115 dolaran ket
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Hûsiyan dest bi êrişên li ser Îsraîlê kir, petrol bihatir bû.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur piştî vebûna bazarên Asyayê zêdetirî 3 dolaran bilind bû û bermîlek bi 115 dolar û 66 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivîk a Teksasa Amerîkayê 2 dolar û 93 sentan bilind bû û bermîl bi 102 dolar û 56 sentan hat firotin.
Hûsî dikarin rêya Deryaya Sor (Babul Mendeb) a ku wekî alternatîveke ji bo Tengava Hurmizê tê dîtin bixin metirsiyê, ev jî bûye sedema bilindbûna bihayê petrolê.
Bihayê petrola brent di vê mehê de ji sedî 59 biha bûye.
Ev yek piştî Şerê Kendavê yê sala 1990î, bihabûna herî zêde ya di nava mehekê de ye.
Îranê Tengava Hurmizê girtiye û ti keştiya petrolê bêyî razîbûna wan nikare di wir re derbas bibe.
Natasha Kanevaya şîrovekara Banka Goldman Sachsê di vê derbarê de got:
"Şerê Îranê êdî ne tenê girêdayî Kendav û Tengava Hurmizê ye, şer gihiştiye nava Tengava Babul Mendebê û Deryaya Sor jî.”