Berhemanîna gazê li Kormorê îşev dest pê dike

30-04-2024
RÛDAW
Nîşan Qada Gazê ya Kormorê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwediyê Kompanyaya South Kurdistanê Saman Hacî Fayeq ragihand ku dê îşev berhemanîna gazê li Kormorê dest pê bike.

Piştî êrîşa bi dronan a roja Şemiyê dê îro careke din berhemanîna gazê li Qada Gazê ya Kormorê dest pê bike.

Saman Hacî Fayeq ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku dê îşev saet 12:00an careke din berhemanîna gazê li Qada Gazê ya Kormorê dest pê bike.

Saman Hacî Fayeq eşkere kir ku barhilgir jî hatine şandin ji bo ku gaza şil wergirin.

Roja Şemiyê bi dronan êriş li Qada Gazê ya Kormorê hatibû kirin û ji ber wê êrişê 4 karkerên Yemenî canê xwe ji dest dabû û 2 kes jî birîndar bûbûn.

Ji ber êrişê xebatên li Qada Gazê ya Kormorê jî rawestiyabûn û berhemanîna elektrîkê jî kêm bûbû.

Qaymeqamê Çemçemalê Remik Remezan li ser êrişê ji Rûdawê re eşkere kiribû ku cihê hatiye armancgirtin tê nûjenkirin.

Qada Gazê ya Kormorê

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê nahiyeyê yê Qadir Keremê yê navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, pêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst