Tumenê Îranê roj bi roj dihele

Hewlêr (Rûdaw) - Tumen îro jî li hemberî dolar bêqîmet bû û niha dolarek bi 179 hezar û 850 tumenî ye.

Dolar doh li beramberî tumen biqîmet bû û dolarek gihişt 178 hezar û 800 tumenî.

Dolar îro jî hezar û 50 tumenên din bilind bû û dolarek bi 179 hezar û 850 tumenî tê kirîn û firotin.

Di 24 saetên dawî de asta herî bilind a bihayê dolar a li beramberî tumen 182 hezar û 550 tumen bû.

Asta herî nizm a di nav 24 saetan de jî 166 hezar û 750 tumen bû.

Tumen dihele

Bihayê dolar di nav hefteyekê de li beramberî tumen bi rêjeya ji sedî 16,67 bilind bûye.

Dolar di nav şeş mehan de jî li beramberî tumen bi rêjeya ji sedî 65,38 bilind bûye.

Destpêka sala 2025an bihayê dolarekî li beramberî tumen 81 hezar û 750 tumen bû.

Tumen ji sala 2016an û bi vir ve zêdetirî ji sedî 98ê nirxê xwe winda kiriye.