TUÎKê amarên bêkariyê eşkere kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya bêkariyê ya Nîsanê gihîşt ji sedî 8,6an.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) amarên bêkariyê yên meha Nîsanê eşkere kirin.
Meha Nîsanê rêjeya bêkariyê ya ji bandorên demsalê dûr gihîşt ji sedî 8,6an ku meha Adarê ji sedî 8 bû.
Rêjeya bêkariyê li nava mêran wekî ji sedî 7,1 û li nava jinan jî ji sedî 11,5 hat texmînkirin.
Hejmara bêkaran a meha Nîsanê li gorî meha berî wê 203 hezar kes zêde bû û gihîşt 3 milyon û 63 hezar kesan.
Li nava nifşê ciwan ê di navbera 15-24 salî de rêjeya bêkariyê li gorî meha berî wê 0,4 pile zêde bû û gihîşt ji sedî 15,7an.
Di vê komê de rêjeya bêkariyê li nava mêran wekî ji sedî 11,2 û li nava jinan jî ji sedî 23,7 hat texmînkirin.